
Deh salên xebata çandî û perwerdeyî… û rêwîtiyek ber bi pêşerojê ve
Bi serbilindî û rêzê, em îro salvegera dehemîn a damezrandina Komela Kultûrê Kurdî li Cinêvê
pîroz kir, bi beşdariya zarokan û dêûbavên wan, û nûnerên hin saziyan û komelên çandî yên Kurdî, li gel mêvan û hevalên me yên ku vê bûyera taybet bi me re parve kirin.
Ev pîrozbahî bû derfetek ji bo pîrozkirina deh salan xebata domdar û xizmeta di warên fêrbûna zimanê Kurdî, parastina çand û nasnameya Kurdî, û xurtkirina nirxên tevlîbûn û diyaloq û jiyana hevpar di bajarê Cenevê de. Di deh salên borî de, komelê xebitî ji bo avakirina pirekî têkiliyê di navbera çandan de, û avakirina qadek perwerdeyî û çandî ji bo zarok û malbatên me, bi baweriya ku perwerde û çand bingehê pêşerojek ronîktir ji bo nifşên pêşerojê ne.
Di pîrozbahiyê de beşên cûrbecûr hatin pêşkêşkirin ku dewlemendiya çanda Kurdî û girîngiya role wê di civakê de nîşan dan. Her wiha, belgeyên serfiraziyê ji xwendekar û xwendekaran re hatin dabeşkirin ji bo qedandina semestera havînê, wek nîşanek ji bo hewildan û pabendbûna wan di fêrbûna zimanê Kurdî û beşdarbûna wan di çalakiyên çandî de. Şadîya zarokan û xweşhalîya dêûbavan di vê demê de yek ji xweşktirîn dîmenên rojevê bû.
Her wiha em bi rêz û hurmetê mêvanîya hunermendê Kurd Deljîn kirin, ku bi dengbêjiya xwe ya xweş a li ser amûra tembûrê dilê beşdaran kêfxweş kir. Ew stranên mîrateyî pêşkêş kirin ku atmosferek tijî ji kêf, hest û şoreşa çandî afirandin û gelek pesn û hez ji aliyê beşdaran ve hatin kirin.
Em spas û sipasên xwe pêşkêş dikin ji hemû mamoste, xebatkarên dilxwaz, piştgir û dêûbavan û saziyên hevkar, û ji her kesê ku di vê deh salan de beşdarî serkeftina vê rêwîtiyê bûye. Her wiha ji hemû kesên ku îro bi me re bûn û alîkarî kirin ji bo serkeftina vê pîrozbahiyê.
Deh salên fêrbûn, çand, tevlîbûn û diyaloq… û em dê berdewam bin di vê peyamê pîroz de. Em dê ziman û çanda xwe biparêzin, di heman demê de bi civaka xwe re vekirî bin, û bi nirxên jiyana hevpar û rêzgirtinê bawer bin.
Deh salên çand, perwerde, tevlîbûn û diyaloq di xizmeta civakê de.
Spas û rêz ji hemû kesên ku beşek ji vê rêwîtiyê bûn, û ji hemû kesên ku di nav deh salên borî de bi peyama me bawer kirin û piştgirî kirin.
Komela Kultûrê Kurdî li Cinêvê
2016 – 2026